19 Ocak 2008 Cumartesi

Ulusal Marşımızın Sözleri...

Ey Reqîb (Sorani)

Ey reqîb, her mawe qewmî kurdziman, Nayşikênê danayî topî zeman

Kes nelê Kurd mirduwe, Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê alakeman

Ême roley rengî sûr û şoriş în, Seyrîke xwênawîye rabirdûman

Ême roley Mîdya û Keyxusrew în, Dîniman e, ayîman her niştiman

Çend hezar lawanî kurdî nere şêr ,Bûn be qurbanî, hemûyan nêjiran

Lawî êstaş hazir û amade ye, Canfîda ye, canfîda ye, canfîda

Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr, Ta be xwên neqşî eka tacî jîyan

Ey Dijmin (wergera kurmancî)

Ey dijmin, her maye neteweyê kurdziman, Nikare bişkêne liba topa vî zemanî

Bila kes nebêje kurd mirî ye, Kurd zindî ye Zîndî ye, qet nizim nabe alaya me.

Em kurd in rengê sor û şoreşê ne,Li serboriya me ya xwîndar binihêre.

Em kurên Mîdya û Keyxusrew in, Dînê me, ayîna me her nîştiman e

Çend hezar lawên kurd ên şêrdil, Bûn bi gorî (qurbanî), hemû hatin veşartin

Lawên wî niha jî hazir û amade ne, Canfîda ne, canfîda ne, canfîda

Lawê kurd rabûye ser pê wek mêrxasan, Çawa bi xwîn neqş dike taca jînê


Ey Reqîb bi rengê marş (kurmancî)

1. Ey reqib her maye qewmê Kurd ziman, Naşikê û danayê topên zeman

Dîsgotin:
Kes nebên Kurd dimirin, Kurd jîn divên , Jîn divê qet nakeve, Ala Kurdan

2. Em xortên Medya û Keyxusrewin, Seyr bike xwîna diyan me da rijan

Kes nebên Kurd dimirin...

3. Em xortên rengê sor û şoreşin, Dê xwîn nexşîn bikin taca cîhan

Kes nebên Kurd dimirin...

4. Lawên Kurd rabûne ser piyan wek şêran, Dîn îman û ayîn îman her niştîman (Kurd û Kurdistan)

Kes nebên Kurd dimirin...

5. Lawên Kurd tev hazir û amade ne, Can fîdane can fîda tev can fîda

Kes nebên Kurd dimirin...


Ey Reqip(ZAZA/DIMILKİ)

Hiç yorum yok: