DEWRA MÊHDÎ HAT
Tîrêj dakete ji êrşan,
Xwe berda nav dilê cîhan.
Dişikeste êdî tirs û xof,
Dayîk an ÊGÎT welidand.
Pêl dida xwe dîcle û ferat,
Tixûb radibû ji nav rojhilat.
Çerxa jîyanê güherand,
Dewra MÊHDÎ hat.
D'em bikin xebat.
Êgît bûn şervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat, waye roj hilat;
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.
Berxwedan hebûn kire felat;
Jîyaneke nû ji, me re kire xelat.
Gel ê Kurd û gelek mazlûm;
Bûn xwedî dîrok û Welat.
Êdî talîya şevreşê hat.
Tixûb rabû ji nav çep û rast,
Dinya me kirin e gulbihar.
Dewra MÊHDÎ hat,
D'em bikin xebat.
Êgît bûn şervan ê jînê;
jîyan kirin maf, jiboy hebûnê.
Gîhandin hevdû bakur û başûr;
Qetandin zincîra koletî yê.
Waye roj hilat, waye roj hilat;
Dewra MÊHDÎ ye, d'em bikin xebat.
Helbest û Muzîk : Îsmet Dax ( Dağ )
P Î R O Z B E
Ew hisreta hezar sal an, êdî qedya ye;
Dipijiqe êdî jîyan ; li her cîh fûrya ye.
Ranaweste rastîya ronî;
Vêketîye hêyva Medî;
Bûye tîrêjên rojê, venamir e.
Erd û ezman neqişî ye,
Bilbil, bi gul an şa bûye.
Bihüşta mirovatî yê, ava bûye.
Pîroz be, pîroz be li dinê.
Pîroz be rastiya evînê
Bergîya ronahîyê herdem vekirîye
Bend û sînor ên qasê, ji holê rabûye
Êdî çav rastîyê dibîne,
Kes nema xwe bixapîne.
Hurmet û eşq hatinê dinivîsîne.
Jîyan; Bi xwe, tekoşîn e.
Kedxwar êdî hew dijîn e.
Ez jî bûme xwedî cîh û war li cîhané
Pîroz be, pîroz be li dinê.
Pîroz be rastiya evînê
Bajarê Ezmir, 15. 06. 1998
Îsmet Dax ( Dağ )
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder