19 Ocak 2008 Cumartesi

Kawa Ez U Tu Album Şarki SÖzlerİ

Hey Hey
Heyv û rojî wek çirayî nayê vemirandin
Gula li baxê Medyayî nayê çilmisandin
Tu destana evîndara li paytextê dila
Ronahî dide rojê bêhn dide gula

Hey hey me bêriya te kiriye
Hey hey tu sebr û tebate me
Hey hey tu naçî ji bîra me
Hey hey ey serokê gelê me

Bû hekîmê derd û kula, ês û kedera
Hesreta te dil dipêçe ey sahê dila
Tu kilama azadiyê tim li ser zimana
Stran û helbestî ji bo dengbêj hozana

Ji cîhana evîndara te evîn çêkir
Ey seradê asitiyê navê xwe lêkir
Ewirê res û zilma tarî ji ser me te rakir
Fikir û ramanekî azad ji nûve ava kir

Gotin û Muzîk: Kawa





Amara
Hawarek hate ji dûrde tev ax û jane
Ev hawar wek kêrekî tuje, derdekî girane
Mîna sûrek li kezebê, birîn xedare
Dûrketina te Amara çiqas dijware
Dûrketina te delalê çiqas dijware

Oy Amara can amara
Oy Amara can
Te navê rojê li xwe kir
Can Amara can,
Stêrka li berbanga rojêyî can Amara can

Felek te bi ji me revand û birî
Xwezil bi rojên çûyî, wan salên bihûrî
Qedera res te ji me dûrxist xew ji çavan birî
kerwan hatin û mesiyan lê tu tuneye

Gotin: Kawa
Muzîk: Kawa û Nedim Dag





Ez û Tu
Çima qet nakenin wan çavên resbelek
Pir dixwazim zeriyê ez û tu bibin yek
Bila bela bikeve derê Beko û fesadan
Zeriya min xeyidî deriyê dil li min dada

Neçe zeriyê neçe oy oy oy, ey yeka bitenê
Heyrana bejina te xala li gerdenê
Were zeriyê were zeriyê oy oy oy, ey yeka bi tenê
Heyrana bejina te, xala li gerdenê

Qeder ez kisandim nava çerxa felek
Wek destar dihêre canê min dunya min bûye teng
Pir dixwazim ez û tu bi miradê xwe sabin
Nîvê emrê min çû lê ez mame dereng

Ez bûme serxwesê wan çavên teyê res
Bê te ez nexwesim ey zeriya rûges
Xerîbwarim hêlînsarim bi dûrketina te
Kesera canê min heyrana bejina te

Gotin û Muzîk: Kawa




Were


Çiya bilind bejna te ye
Reng sor û zer fîstanê teye
Dilê min ji tere te birî bi xwe re
Nizanim bi kuda dibî

Were de were were de were
Min jî hevalke bi xwe re

Dil sewitî bi tîna teye
Ez sewtîm bi hesreta teye
Min ne hekîme min ne loqmane
Bibe çare ji derdê min re

De were evîn ji hesreta te, di dil de sîn hat
Sed kul û birîn ma qey êdî tu nayê
Ma tu namesî nava dilê min
Bi hezkirina xwe tu paqij nakî birînê min
Bi lêvên xwe tu maçnakî
Çendî dijware hezkirina te
Vê gaziya min tu qey nabihîzî?
Tîrê çavan bese tu berde bedena min
De were evîn derewe evîn derewe

Gotin û Muzîk: Murat Yapistran
(Ji kesên ku dixwazin heya dawiya jiyanê evînê bi evîndarên xwe re parve bikin).





Dayê
Pir geriyam nehist warek
Tune wek te delal yarek
Çend salin ez dûrim ji te
Hesreta te can diperite

Dayikê bêjim ezê bêjim
Ji derdan re ez dibêjim
Ês û kela xwe dirêjim
Dayê dayê dayika minê
Dayika min welatê min e

Min pir dît yar li vê dinê
Tune wek te sirîn yarek
Tirsim bimirim li dûrî te
Dayik san, seref, welat e

Gotin û Muzîk: Kawa
( Ji hemû dayikên ku bi xwîna dilê xwe sirîniya xa, welat, ziman, stran û çanda Kurdî di dil û mejiyê me de bihêztir. Ji wan dayikên ku hemû xweziyên xwe birin jêr axa sar…)




Mezopotamya
Mezopotamya bûhêst bû
We kir dojeh looo
Nav cîhanê neman sinor
Ev çi zilme lo, zarok dimirin li bin lingan,
Dayik digirîn ji bo lorîkan
Dikin qêrîn dibên hawar:
Êdî bese loo…, êdî bese lo

Özgürlüge susamis kutsal topraklar
Sevgisi viran olmus, yürek yarali
Sevgiye kursun sikmayin
Analari aglatmayin, cani candan ayirmayin
yeter artik loo....

Gotin û Muzîk: Kawa
Texta Erebî: Hekîm Sefkan (Tu her hebî Sefkan can.)
(Warê me bihûsta cîhanêye, cihwarê herî kevnarê jiyanê ye. Ev stran ji wan kesan re pêskêse yên ku bi xwîn û keda çend hizar salan hebûna me parastin û îro jî bi can û dil ji welatekî serbixwe û azad re xebatê dikin).






Yara Sirîn
Kurdistan ew yara sirîne
Her gavê bo wê bihîvîme
Disewat hertim bi evîne
Ew çiyabe ez devîme

Ji dil û can hezdikim ez
Dibihûrî bi lez û bez
Hesreta wê helandim ez
Birîna min pir xedare

Dixebitim ez bêwstan
Dilpakim ji bo Kurdistan
Ewe birîna vî dilî
Wek gul û gulistan
Gotin(helbest): Jîr Dilovan û Nûhat Amedî
Muzîk: Nûhat Amedî
(Ji hemû evîndarên doza bi san û serefa Kurdistanê re pêskêse).





Hucra Tarî
Ketim hucra res û tarî
Min dî li min valaye
Heyfa çavên res û belek
Lê çi bi halê wefaye
Pistî çavên res û belek
Çibikim ji malê dunyayê

Çaxa min xwe dî li vê dinê
hertim li min belaye
Xweda ma qey kesek tune
Ji xêynî min li vê dunyayê
Çi dinakî derewîne
Çima dawî lênayê

Dikim qêrîn, dikim gazî
Kes li hawara min nayê
Ewê ketî kes lêtune
Tukesî dest nedayê
Tenê mame li vê dinê
Min ne dost û biraye

Gotin û Muzîk: Koma Agirî
(Ji hemû girtiyên doza azadiya welat re, ji wan keç û xurtên ku di
mercên herî dijwar da ji bo serfirazî û azadiya me li berxwedan)






Nazê
Naza delal de tu berde naziyê xwe
Were ji min re bêje çiye halê te
Ma ji xeynê te bedew nemane
Bedewiya te bûye bela serê te

Lê zazikê lê nazê nazdarê
Çima ji naziyê xwe nayê xwarê
Naziya meke lê nazê nazdarê

Nazê ji destê ax û eman
Kanê soza te dabû min sala par
Sal û dem li min diherikî weke av
Ji ciwaniya min te emrê min xwar

Te ez kustim nazê bi awirê çavan
Tenê histim herdemê her caran
Min got were tu nehat ez heyran
Êdî ji min neke gazin û loman

Gotin û Muzîk: Kawa
(Pêskês ji wan kesan re yên di evîna xwe wefadarin)





Lawiko
Lawiko kele kela germa vê havînê
De lawikê min nexwese nexwesê li nav nivînê
Eza rebenê dikim cîkê lawikê daynim
Li eywanê sanesînê
Cotê resguliyê xwe ji lawikê xwe re
Têxim baw û bawesînê heyanî sibê
Li ber serê lawikê xwe rûnêm
Ezê bêjim gelî mêr û zilama
Hûnê ji kêleka lawikê min rabin
We çima win nizanin lawikê min
Lawikê min nexwese, bedhale tirsim ezê lawikê
Xwe nebînim ezê bimirim bi vê kulê, bi vê kederê, vê birînê
Way way bi vê birînê de were
Ax de were de were de were keser û meraqa mi lawiko

Ezê ketime toz û xubara germa vê bêderê
Lawikê min nexwese, bedhale, ez nizanim birîna wî li kêderê?
Ezê cîkê lawikê xwe daynim li eywanê li ber pencerê
Lawiko derba te li min daye bîna tîra vê xencerê
Ezê bêjim gelî mêr û zelama hûnê ji kêleka lawikê min rabin, lawikê min nexwese, pir bedhale
Ezê cotê memikê xwe bidim desta, bila lawikê min pêsabe, bîna wî pêderê, tirsim lawikê min bimire, ez nebînim, ezê bimirim bi wî kulê, bi wî êsê bi wî keserê de were…
Tekst û Muzîk: Gelêrî (Her çar perçên Kurdistanê)
Serokanî: Dengbêj Maruf
( Pêskês ji hunermend û dengbêjin nemir ku bi huner û dengê xwe ziman û çanda me ji mirinê rizgar kirin: Evdalê Zeynikê, Kawîs Axa, Sakiro, Seroyê Biro, Karapêtê Xaço, Reso, Resîdê Baso, Nesrîn Sêrwan, Husêynoyê Musê, Birê Newrozî, Îranxanim û Meryem Xan, Mehmet Arif Cizrewî)




Dilnaz
Ji te hez dikim hezkirin bê te nabe
Bawer bike esqa min ji te sar nabe
Dikim nakim tu naçî ji bîra min
Dîlnazê can te can daye canê min

Dilnazê dil ketiya mine
Kena wê dewata min e
Evîna û xelata min e Dilnazê

Ji te hezdikim Dilnaz tu nayê rayê
Bê te sebra min nema li vê dunyayê
Bi fitil û fena dixwazî ji min dûrkevî
Li te digerim hêz li çokan nemaye

Dilnazê hat war û malêm xemilîn
Gulistana baxê min tev bû rengîn
Li ber çavê min pir sirînî delalî
Ji kaniya dilê min tu ava zelalî

Gotin: Kawa
Muzîk: Kawa û Mehmet Yapistran
( Pêskês ji wan ciwanan re yên ku ji nûxwaziyê û jiyana nûjen hezdikin).




Husna
Di yaylêda Di yaylêda
Sivan pez beda çolê da
destê xwe bi destê min de
Yelekçeyê li yaylêda

Hawar hawar Husna nayê
Husna canê li kû maye?
Li ser kaniyê li benda mine
Husna bête sebra min nayê

Baran barî girt çiyan da
Dar hêsînbûn ji gulan da
Felek mala te xirabe
Baxsiz ketim je junan da

Ar disewite di waran da
Sivan pez berda yaylan da
Felek mala te xirabe
Bêkes mame li dîyan da

Hiç yorum yok: