Kemberzêr
Kemberzêrê kember zêr
Kemberzêrê Qaş mermer
Fîstan sorê kezî zer
Kembera xwe dida ser
Lawkê xemla xwe girêda
Reş rihana xwe dida ser
Kemberzêra heldayî
Bav delala heldayî
Xizim zêra bedayî
Feq tuj lewra axayî
Kemberzêra Boşatî
Bav delala Boşatî
Tu bi xizêma şimşatî
Zû çûyî dereng hatî
Kemberzêra zin zinî
Bavdelala zin zinî
Xizimzêra mezin î
Bimrî û bijî a min î
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Ferqîn)
Delal
Heywax delalo heywax
Derbasdibe dem û çax
Binêr ketim tengayê
Gazî dikim tu nayê
Ezê çawa xew bikim
Bê welat xewkam nayê
Dîsgotin
Ez bindest im ez hêsîr
Dest û lingên bi zêncîr
Hêvya te me delalo
Çavê min li çar hawîr
Dîsgotin
Ka destê xwe dirêj ke
Min ji vê çerxê xelas ke
Tu jî her wekî Kawa
Navê Kurd serfiraz ke
Dîsgotin
Gotin û Muzîk: Nenas
Lo rezo
Lo rezo rezo rezo, narim kolana reza
Lo rezo rezo rezo, narim kolana reza
Tiryê rezêm cirdik e narim kolana reza
Kolana rez hindik e narim kolana reza
Dîsgotin
Tiryê rezêm spî ye narim kolana reza
Kolana rez hêdî ye narim kolana reza
Dîsgotin
Tiryê rezê min reş e narim kolana reza
Kolana rez çi xweş e narim kolana reza
Dîsgotin
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Ferqîn)
Newroz
Tu cejna gelê Arî Newrozê Newrozê
Em karkerê vî karî Newrozê cejna me
Emê hildin vî barî Newrozê Newrozê
Werin geşkin vî arî Newrozê cejna me
Nerozê Newrozê Newrozê cejna me
Nerozê Newrozê Newrozê cejna me
Bêhna te gelek xweş e Newrozê Newrozê
Por sorê çavê reş e Newrozê cejna me
Bi çiya ve hildikişe Newrozê Newrozê
Govenda te şoreş e Newrozê cejna me
Newroza gelê bindest Newrozê Newrozê
Te jiyanek nû dixwest Newrozê cejna me
Ezê pêçim çek û rext Newrozê Newrozê
Ta te bibînim ser text Newrozê cejna me
Dîsgotin
Helbest: Mele Ehmet
Muzîk: Hemdem
Şox û şeng
Li dil halan û talan e
Cîhan bû berdî berdan e
Çi karim xweş bikim dilko
Di nav talan û cenga bî
Dilê min xweş nebû carek
Limala şox û şenga bî
Çawa dilxweş dibe yê ku
Di nav pençê pilinga bî
Tu zanî ez evîndar im
Dijîm lê bê cî û war im
Li ku warê xwe digrim ez
Ku dil rengê kerenga bî
Keleşnîkof bi dest yarê
Bi doza kûştina dil tê
Gelo rûgeş dibe ê ku
Birîndarê tifinga bî
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: N.Dara
Digerim Nagerim
Min dipirsî ji tenê bûna sitêrkê li esmana
Keskesora evsûnî xûşka rojê û barana
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal ninalim lo
Şev û roj limin tarî xewnan digerim lo
Min dipirsî ji dîroka bav û kalana kevnare
Ji ew dildarên ku evîna wan tev pîrozvane
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal ninalim lo
Şev û roj limin tarî xewnan digerim lo
Min dipirsî ji pêkerênme yên kevnare
Ew xêzên veşartîyê rê yê wan qe deng nade
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal ninalim lo
Şev û roj limin tarî xewnan digerim lo
Dîsa Tu
Dîsa tu hatî bîramin
Dîsa pir bû kedera min
Guh bide vî hewara min
Ji te dûrim bîrîn kûrim
Tu yî bûhara emrê min
Tu yî noştara dilê min
Binêr çawa ye halê min
Ji te dûrim bîrîn kûrim
Şev û roj be nal û axîn
Şev û roj be sewt û qêrîn
Kezeba min tev bûye xwîn
Ji te dûrim bîrîn kûrim
Tu yî bûhara emrê min
Tu yî noştara dilê min
Binêr çawa ye halê min
Ji te dûrim bîrîn kûrim
Kes nizane bêrûja min
Wî xem û jan û êşa min
Çê bikim hinda ye roja min
Ji te dûrim bîrîn kûrim
Tu yî bûhara emrê min
Tu yî noştara dilê min
Binêr çawa ye halê min
Ji te dûrim bîrîn kûrim
Evîna Te
Evîna te dilê min da bû bîrîn
Ev çend sale jan dikşinim
Wê dilê min tim bi kul be
Xelasbûna te nebînim
Tu delalî xewna gerî
Tu bi xemî yara minî
Tu niştimankî ewarî
Dil xilasbû îro ji tengî
Ez ketême bîrek tarî
Kor û dirêş reş û sahî
Wê bibine sibê û roj
Ew çav êmin welatê min
Hêstêrê Çavê Min
Hêstrê çavê min
Dîsa dibare
Ez dikim nalîn nalîn
Gula çîya ye
Vazîz mera ye
Tu kûlîlka ser dila ye
Hêstrê çavê min
Dîsa dibare
Ez dikim nalîn nalîn
Gava te tînim
Bîra dilê xwe
Ronya tefînim
Çira çavê xwe
Hêstrê çavê min
Dîsa dibare
Ez dikim nalîn nalîn
Dibê xwe xelde
Li ser dilê min
êvi xwelîkim
Di hêsêlê min
Keko Ez Jarim
Keko ez jarim û birîndarim
Ji derdê welat ez kûr dinalim
Ez dûrê welat bê kes û malbat
Canê min dêşê dilê min bi şewat
Dilê min seyda sala mam xeyda
Keko nabêjî çi bûye bi seyda
Kuro Were
Zivistan çû dem bûhare kulîlk bişkîvîn
Çiqas xweşe em li cem hev dilê me bi evîn
Zivistan çû dem bûhare kulîlk bişkîvîn
Çiqas xweşe li hinda hev ez û tu bi evîn
Were li hêvya te me were li benda te me
Kuro were waxt derenge xwe bilezîne
Were vi xem û kederê ji dilê min derine
Kuro were waxt derenge xwe bilezîne
Were vi êş û elemê ji dilê min derine
Were li hêvya te me were li benda te me
Kuro were vî kolanê li hêvya teme
Were em herin dîlanê li benda te me
Kuro were vî kolanê li hêvya teme
Were em herin seyranê li benda te me
Were li hêvya te me were li benda te me
Lê Esmerê
Esmerê lê lê esmerê
Delalê lê xifta zerê
Ji te bênek pir xweş tê
Mîna misk û emberê
Esmerê lê çav bi kilê
Deng xweşê li deng bilbilê
Te ez kuştim ez helandim
Mina berfa mam derê
Esmerê lê kezî hûrê
Xweşikê lê bê qûsûrê
Esmerê lê pûrî hûrî
Xweşikê lê bê qûsûrê
Ka maçekî lê bi de min
Kûbrê li çav mehmûrê
Mihtacê Te Me Ka bêje te j imin xêre
Ma te l imin çi awire
Ka bêje te j imin xêre
Were destê min bigêre
Cano ez mixtacê te me
Têm ba te tu guh nadî min
Derd û xeman hev didî min
Têm ba te tu guh nadî min
Binêre li vî halê min
Cano ez mixtacê te me
Şev û roj ea bi gîryanim
Dil bi feryad û fîganim
Şev û roj ea bi gîryanim
Çi bikim ez qet nizanim
Cano ez mixtacê te me
Sar
Payîze çi sare ser çiyan berf dibare
Ez li ser Gebbarê bin berf û barane
Zikê têr û birçime pêxasim ez tazîme
Payîze sar payîze payîze sar payîze
Payîze çi sare ser çiyan berf dibare
Bêrîna min pir kûre ya te ji ya min kûrtire
Ezim ez keça te me tu yî dê û bavê min
Ezim ez kurê te me dev ji te bernadin
Payîze sar payîze payîze sar payîze
Roja Min
Ser bilindim ez bi te
Pir şadim bi navê te
Can fedame ji bo te
Ey roja min roja min
Ey roja min roja min
Tu yî nîşana doza min
Ey roja min roja min
Çav kanî ya hêza min
Berê ez di xewda bûm
Nezan bûm sîtem barbûm
Tu hat bite şiyar bûm
Ey roja min roja min
Ey roja min roja min
Tu yî nîşana doza min
Ey roja min roja min
Çav kanî ya hêza min
J ite digrim hêrsa xwe
Dimeşim bo doza xwe
Bi cîh tînim soza xwe
Ey roja min roja min
Ey roja min roja min
Tu yî nîşana doza min
Ey roja min roja min
Çav kanîya hêza min
Şar
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê
şar a bûkam reşe weylo weylo
Şar a bûkam reşe dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî meşan weylo weylo
Gundîyan girtî meşan dayê xerîbim dayê
Wey malîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Wey gundîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Weyla kulê tu bi kul bî bikevî
mala dawetê wê wê singê ersê
Wê wê aman şarê
aman şarê wê aman şarê
Derdê şar êli min bûye dendika jerê
Şar a bûkam sore weylo weylo
Şar a bûkam sore dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî dore weylo weylo
Gundîyan girtî dore dayê xerîbim dayê
Wey malîno şara serê wî lo li min begeweze
Wey gundîno şara serê wî lo li min begeweze
Wêleh şara serê min dane serê wî . aman şarê
Aman şarê wê aman şarê derdê şar êli min bûye dendika jerê
Şar a bûkam sîpîye weylo weylo
Şar a bûkam sîpîye dayê xerîbim dayê
Xêlya xwe danîye weylo weylo
Xêlya xwe danîye dayê xerîbim dayê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê
Wey malîno şara serê wî lo li min badane
Wey gundîno şara serê wî lo li min badane
Wêleh reşê şara wêê li min badane wê aman şarê
Aman şarê wê aman şarê derdê şarê li min bûye dendika jerê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê.
Xûnav
Dîsa giran bû derd û kulên min
Ez têm sûwarbûm bayê dilê min
Baranê likir derda li in çêkir
Derdê min kir bêtêr weylo li min
Dema xûnavê tu li ber çavê min
Germahîya te rihê canê min
Baranê likir derda li in çêkir
Derdê min kir bêtêr weylo li min
Eşka te yê kur ev dil şil bûyî
Hesreta te yê dûr xûnav kul bûyî
Baranê likir derda li in çêkir
Derdê min kir bêtêr weylo li min
Zîvker
Ax loy loy lo zîvkero
Zîvker ji taxa jorîne
Çibke goharê zêrîne
Gohê yara min dihêşine
Gohê gewrw min dihêşine
Xwedê çavê wî birîjîne
Zîvker ji taxa beleke
Çibke goharê xeleke
Gohê yara min kurtike
Gohê gewrw min kurtike
Xwedê çavê wî korbike
Zîvker nîne sabûn pêje
Hemî pethê xwe dibêje
Gohê yara min dirêje
Gohê gewrw min dirêje
Xwedê çavê wî birêje
Ax loy loy lo zîvkero
19 Ocak 2008 Cumartesi
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder